Cîhan
Nûnerê DYAyê yê Rojhilata Navîn Kushner, piştî Hamasê bi Netanyahu re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê serokê DYAyê yê Trump Jared Kushner, bi serokê Hamasê Xelîl el-Hayya re hevdîtin kir û paşî bi serokwezîrê Îsraîlê bi Netenyahu re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de li ser bicîhanîna agirbesa li Xezzayê û li ser nexşerêya bi desteka DYAyê axifîn.
Kushner li Qahîre bi serokê Hamasê Xelîl el-Hayya re hevdîtin kir û paşî çû Îsraîlê û bi Netneyahû re hevdîtinê kir. Di hevdîtinê de nûnerê Heyeta Aştiyê ya di bin serpereştiya DYAyê de Nickolay Mladenov jî amade bû.
Ofîsa Netenyahû piştî hevdîtinê behsa hûrahiya mijarê nekir. Lê di hevdîtina li Qahîre de nûnerên Tirkiyê û Qatarê jî amade bûn.
Di nava hukumeta Îsraîlê de endamên muxalif hene ku destekê nadin peyaman 15 xalî ya di navbera Îsraîlê û Hamasê de.