Nûnerê HDPê yê YSKê: Li Rihayê, dengdayîna vekirî çêbûye!
PeyamaKurd- Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Nûnerê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Mehmet Ruştû Tiryakî, bi daxuyaniyekek çapemeniyê ragihand ku li Rihayê bi awayekî vekirî deng hatine dayîn.
Mehmet Rûştû Tiryakî daxuyaniyê de got, "Me dît ku birayên Serokê Şaxa AK Partiyê ya Semsûrê bi tevlîbûna cendirmeyan, li gund bi awayekî vekirî deng dane bikaranîn û ew ê li ser vê yekê, di derbarê wan de gilî bê kirin."
Tiryakî diyar kir ku ew ê wekî Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê, tevahiya rojê daxuyaniyan bidin û wiha got:
“Em her bajar û navçeyekê dişopînin. Em ê gelê xwe agahdar bikin. Ez dixwazim bibêjim ku me tu tengezariyek girîng nedît. Lê belê ji bo ku em bin kiryarên dijhiqûqî xêz bikin, em ê bi we re parve bikin. Bila bê zanîn ku qadro, peywirdar û hevalên me yên partiyê, her bajar û her navçeyan dişopînin.
Kêmasiyên ku me di van binpêkirinên derqanûnî de tespît kirine, em ê bi we re parve bikin.”
Tiryakî bang li erkdarên fermî kir ku ji bo hilbijartineke adil wekî "fermangirên dethilatê" tevnegerin û got,
"Divê neyê jibîrkirin ku her çalakiya ku siya xwe li ser vîna demokratîk a gelan deyne, ew ê siberoj bibe mijara lêpirsînan. Em ji bo raya giştî radigihînin ku ji ber piştî destpêkirina qedexeyên propagandayên hilbijartinan, qedexeyên hilbijartinê binpê kirine û hêza saziyên dewletê ji bo Erdogan bi kar hanîne, di serî de Fahrettîn Altun û Savci Sayan; em ê giliyê hemû rayedarên koşkê û AK Partîyiyan bikin.”