NY amarên dawî yên kustî û birîndarên sivîl û koçberên Ukraynayê eskere kir
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir ku ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna ve herî kêm 1035 sîvîl hatine kuştin û 1650 kes jî birîndar bûne.
NY daye zanîn, li bajarên wek Mariupolê pevçûnên giran dewam dikin, rapor bi derengî dikevin û dibe ku hejmara kuştî û birîndaran hîn zêdetir be.
Fonda Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî ragihand, li Ukrayna heta niha 4,3 mîlyon zarokan ji cihên xwe bar kirine û 1,8 mîlyon zarok ji welat derketine.
Komîserîya Bilind ya Penaberan ya NYê destpêka hefteyê ragihandibû, ji Ukrayna ya nifûsa wê 44 mîlyon e, heta niha 10 milyon kes koçber bûne û 3,5 milyon kes jî li welatên cîran bûne penaber ku piraniya wan derbasî Polonya, Romanya û Moldovayê bûne.
Serokê Amerîkayê Joe Biden dema beşdariya Lutkeya NATO ya Brukselê ragihand ku wê Amerîka 100 hezar welatîyên Ukrayna wek penaber qebûl bike.