NY: Encama salvegera derba li Mynmarê 1.500 mirî ne
PeyamaKurd – Netweyên Yekgirtî di salvegera derba Myanmarê de ragihand ku ji roja derbê heya niha 1.500 kes mirine û 400 hezar kes ji ser cîh û warên xwe derketine.
Nûnerê taybet yê NY li Myanmarê Noeleen Heyzer ji rojnamevanan re weha ragihand:
“Ji derba 1 ê sibata 2021 ê ya li Myanmarê û heya niha, şiddet û wahşet her çû zêdetir bû. Li welat bêîstîqrarî zêde bû, operasyonên leşkerî zêdetir bûn, 25 mîlyon mirov di nav xîzaniyê de ye,14.4 mîlyon mirov pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye, em dibin şahidê bazirganiya maddeyên hişbir, bazirganiya mirovan, karê madenê yê qaçax û birîna daristanan.”
Heyzer, her weha got ku lebatên di derveyê qanûnan de, şer û pevçûnê zêdetir dike û temamê Asyayê di seha ewlehiyê, tendursitî û pirsgirêkên hawirdoriyê de rû bi rû dihêle.