NY: Êrîsa li ser mala Serokê Parlamentoya Iraqê êrîseke tirsonekî û ji bo çêkirina aloziyê ye
PeyamaKurd – Netewên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê êrîşa li ser mala Serokê Parlamentoya Iraqê şermezar kir û diyar kir, ew êrîşeke tirsonekî û ji bo çêkirina aloziyê ye.
Şeva borî 25.01.2022yê çekdarên nenas 4 moşek avêtin mala Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî.
Yek ji wan moşekan nêzîkî mala Mihemed Helbûsî ya li navçeya Reşad a nêzîk bajarokê Kerme ya li rojhilatê parêzgeha Enbarê ket û ji ber wê jî du hemwelatiyên sivîl birîndar bûn.
Îro 26.01.2022yê Netewên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ew êrîş şermezar kir û wek êrîşeke tirsonekî pênase kir û da zanîn: “Ew êrîş hewldanekî tirsonekî ye û ji bo çêkirina aloziyê ye.’’
Netewên Yekbûyî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir hemû hewldanan ji bo dubarenebûna êrîşan bide û tewanbaran jî bigre.
Netewên Yekbûyî daxwaz ji hemû aliyan kir xwe li berçav re derbas bikin ku hewla têkdana seqamgiriyê jinav bibin.