NY hisyarî da: Di salên pês de karesatên xwezayî zêde dibin
PeyamaKurd-Di raporta Neteweyên Yekbûyî de hat ragihandin ku di salên pêş de dê karesatên xwezayî zêde bibin. Li gorî raporta hat belavkirin, sala 2015an nêzîkî 400 karesat bi xwe re anîn, û ev hejmar di sala 2030î de dê heta 530î derkeve.
Rapor, ji aliyê Ofîsa Kêmkirina Xetereyên Karesatan (UNDRR) ve hat parvekirin. Li gorî daneyên raportê; li cîhanê ji sala 1970yî heta sala 2000î di navbera 90 û 100î de karesatên mezin û navîn hatine jiyandin. Hat ragihandin ku dê di sala 2030î de pêlên germeke gelek zêde çêbibe û ew jî dê sê qatê sala 2001ê be.
Serokê UNDRRê Mami Mizutori da zanîn ku ew pêşbînî nakin ku dê ev karesat berdêlên çawa bidin jiyandin. Mizutori got ku ji %90 xercên darayî yên ji bo karesatê, tenê ji % 6 ji bo ji nû ve avakirinê tên xerckirin û ji % 4 jî ji bo rewşên lezgînî tên xerckirin.
Hat ragihandin ku karesatên sala 1990î, li cîhanê bûn sedema 70 milyar dolaran û ev hejmar di roja îroyîn de derketiye 170 milyar dolaran. Hişyarî jî hat kirin ku divê plansaziyên dûdirêj ên heta 25 salan bên kirin.