TR KU SO
FB X
Cîhan

NY: ‘Îranê ji destpêka sala 2026’an ve herî kêm 40 kes îdam kirine’

Admin H
Nivîskar
📅 15 hezîran 2026 15:27

PeyamaKurd - Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Türk ragihand ku desthilatdarên Îranê ji destpêka sala 2026’an ve zextên navxweyî berfireh kirine û di bin navê "ewlehiya neteweyî" de herî kêm 40 kes bi daxwaza dadgehan îdam kirine.

Türk destnîşan kir ku ji van kesên hatine darvekirin 18 kes raste rast beşdarên xwepêşandanên navxweyî bûn û diyar kir ku ew ji ber êş, şer û zextên tund ên li ser gelê Îranê pir xemgîn e.

Li gorî daxuyaniyê, piştî xwepêşandanên meha Çile û bi destpêkirina şerê herêmî yê meha Sibat ku tê de Amerîka û Îsraîlê êrişî ser xaka Îranê kiribûn, aloziya li girtîgehan û darvekirina girtiyan di asta herî bilind de hatiye tomarkirin.

Pîrozkirina peymana aştiyê û bangawaziya ji bo aramiyê

Tevî vê bîlançoya giran a mafên mirovan, Komîserê Bilind ê NY’yê Volker Türk kêfxweşiya xwe li beramberî lihevkirin û peymana aştiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de nîşan da.

 Türk tekez kir ku ji bo rêgirtina li her cûre alozî û xitimandina nû, divê hemû aliyên pewendîdar di asta herî jor de sebir û nermbûnê nîşan bidin û daxwaz kir ku naveroka peymana aştiyê bi lez û bi niyeteke baş bê bicîkirin. Di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser bandora wêranker a şerê li herêmê û eşkere kir ku ev şer ne tenê li Rojhilata Navîn, lê li seranserê cîhanê bandoreke pir xirab û sîstematîk li ser mafên bingehîn ên mirovan dike.

Parve bike: