TR KU SO
FB X
Cîhan

NY ji bo efûkirina 4 endamên Blackwaterê bertek nîsanî Trump da

Admin H
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2020 18:54

PeyamaKurd – Berdevkê Komiseriya Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî (NY) Marta Hurtado, li ser efûkirina 4 endamên kompaniya taybet a ewlekariyê Blackwaterê ku li Iraqê bûne sedema kuştina sivîlan bertek nîşan da û got, dê ev biryara Trump cesaretê bide hin kesên din.

Marta Hurtado, li ser vê biryara efûkina wan kesan ji aliyê Trump ve nîgeraniya xwe anî ziman û got: “Wê efûkirina wan bibe sedema cezanekirinê û li pêşerojê cesaretê bide kesên wan cure tawanan bikin.”

Wan endamên Blackwaterê 16ê Îlona 2007an li meydana Nisur a Bexdayê, gule bi ser sivîlan de barandibûn û bûbûn sedema mirina 14 kesên sivîl. Sala 2014an jî li Amerîkayê bi biryara dadgehê hatibûn girtin û mehkumkirin.

Piştî biryara efûkirina wan kesan hikûmeta Iraqê jî bertek nîşan da û daxwaz ji rêveberiya Amerîkayê kir wê biryara efûkirinê paşve bikişîne.

Parve bike: