TR KU SO
FB X
Cîhan

NY: Li Lubnanê heya niha 412 hezar koçber danegeriyane ser ciyên xwe

Admin M
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2026 22:32

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku li ser êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê û bi sedema şerê di navbera Hîzbûllahê û Îsraîlê heya niha 412 hezar sîvîlên ji ser ciyên xwe koç kirine, danegeriyane malên xwe.

Her çendîn di meha Adarê de741 hezar dageriyan ser ciyên xwe jî, bi sedema şer, dagera wan hêdî bû û arîşeya mirovî dewam dike.

Cîgirê berdevkê sekreterê giştî yê NY Farhan Haq, li DYA li bajarê New Yorkê civîna çapemeniyê ya rojane li dar xist û li ser pêşdeçûnên Rojhilata Navîn agahiyan da. Haq got:

“Li Lubnanê ji ber şerê navbera Hîzbûllahê û Îsraîlê 412 hezar kesên ji ser axa xwe çûne hene ku heya niha danegeriyane. Ji serê meha Adarê heya niha 741 hezar kes dageriyane ser ciyên xwe. Li dora 30 hezar kes di kampan de ne.”

Haq got ku kesên dageriyane malên xwe, ji ber fatûrayên avê, elektrîkê û debara malbatê, arîşeyên wan yên aborî hene, pêdiviya wan bi destekê heye û hedefa alîkariya NY ya reqema pera ku daniye, heya niha tenê %45ê wê karibûn bicivînin.

Parve bike: