Cîhan
NY xwest ku Talîban baregehên wan bi pere biparêze
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku Talîban bi perê xwe, baregehên wan û xebatkarên wan yên li Afxanistanê biparêzin. Yek ji berdevkên sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq di derbarê mijarê de weha got:
“Neteweyên Yekgirtî li Afxanistanê ji maqamên Talîbanê li ser cûreyên parastina ewlehiyê alîkarî xwest. Sîstem ji bo parastina xebatkarên me û jîngehên me, ji bo parastina ciyên krîtîk pere vediqetîne.”
Heq, negot bê çiqas pere didin Talîbanê.