TR KU SO
FB X
Cîhan

NYT: Amerîkayê derbarê sûîqesta Îsraîlê hişyarî da Îranê

Admin H
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2026 14:16

PeyamaKurd - Rojnameya navdar a Amerîkî The New York Times (NYT), li ser bingeha zanyariyên berpirsên Amerîkayê îdîayeke giring derxist holê û ragihand ku Washingtonê bi awayekî nerasterast hişyarî daye Tehranê ku dibe ku Îsraîl sûîqestê li dijî Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî û Serokê Parlamanê Mihemed Baqir Galîbaf pêk bîne.

Li gorî nûçeyê, piştî ragihandina agirbesta 8ê Nîsanê, metirsiyek hebû ku Îsraîl van her du navên giring (yên ku di dema şerê 28ê Sibatê de di lîsteya armancên rewa de bûn) bike armanc û bi vî awayî proseyê sabote bike. Hat eşkerekirin ku di 12ê Nîsanê de piştî hevdîtina Galîbaf a li Îslamabadê ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, firokeya wî ji ber dîtina du balafirên şer ên Îsraîlê yên di asîmanê Îranê de neçar maye li bajarê Meşhedê lûfka acil bike.

Di vê navberê de, Pakistanê jî hişyarî dabû Washingtonê ku kuştina van her du kesan dê kesekî ji bo muzakereya agirbestê nehêle, loma Amerîka ketibû navberê û daxwaz ji Îsraîlê kiribû ku wan navan ji lîsteya sûîqestê derxîne.

Parve bike: