NYT: Îranê qebûl kiriye ku dest ji uranyuma meyandî berde
PeyamaKurd - Rojnameya Amerîkî "The New York Times" (NYT), li ser zimanê du berpirsên payebilind ên Washingtonê îdiayeke pir girîng parve kir û ragihand ku Îranê di çarçoveya danûstandinên aştiyê de qebûl kiriye ku dest ji stoka xwe ya uranyuma dewlemendkirî ya astbilind berde.
Herçiqas rayedarên Tehranê heta niha ev zanyarî bi fermî piştrast nekiribin jî, berpirsên Amerîkî destnîşan dikin ku rêveberiya Îranê pabendbûneke giştî nîşan daye, lê hîn hûrguliyên teknîkî û rêbaza derxistina uranyumê ji welat ne diyar e û ev babet dê piştî îmzekirina peymana bingehîn were gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê ye, ev gava nû di demekê de ye ku berî niha hatibû ragihandin Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xameneyî ferman dabû ku uranyum dernekeve derveyî welat.
Ev biryar jî ji bo Îran li hemberî êrîşên muhtemel ên Amerîka û Îsraîlê bêparastin nemîne hatibû dayîn.