TR KU SO
FB X
Cîhan

NYyê banga demildest rawestandina serê Idlibê kir!

Admin H
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2019 18:47

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi daxuyaniyekê bal kişand ser tundiya şerê li Idlibê ku di navbera komên çekdar û rejîma Sûriyê de berdewam dike û metirsiya xwe ya bo pêleke mezin a koçberan anî ziman.

Gutterres banga demildest rawestandina şerê li Idlibê kir û parastina sivîlan û mercên penaberan ên xirab bi bîr xist.

Ji ber êrîşên hêzên rejîma Sûriyê û balafirên Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî ragihandibû ku pêleke mezin a koçberan berê xwe dane Tirkiyê û li ser vê jî şandeke Tirkiyê doh serdana Rûsyayê kiribû.

Li gorî zanyariyariyên dawî, hêzên artêşa Sûriyê di vî şerê dawî de 35 deverên Idlibê xistine jêr kontrola xwe û pêşveçûna xwe dewam dikin.

Parve bike: