Cîhan
Obama çû welatê bav û kalên xwe
PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama piştî ku serokatiya wî qediya ev cara yekeme ku diçe welatê bav û kalên xwe welatê Kenyayê. Obama bi serokê dewleta Kenyayê bi Uhuru Kenyatta û muxalifê wî Raila Odinga re hat cem hev. Paşî mirovên xwe yên li navçeya Kogeloyê dimînin ziyaret kir.
Di dema seredana Obama de ewlekariyeka zêde hebû û qelebalixeka mezin pêşwaziya Obama kir. Obama seredana dapîra xwe kir û paşî tevli vekirina navenda spor û meslekî ya ku ji aliyê birayê wî Auma Obama ve hat danîn, bû.
Obama di dema ku senator bû di sala 2006an de hatibû serdana welatê xwe û piştî bû serokê Amerîkayê di sala 2015an de car din hatibû seredana welatê xwe.
Obama paşî wê here Afrîka Başûr.