TR KU SO
FB X
Cîhan

Oman: Danûstandinên Amerîka û Îranê avaker û erênî ne

📅 27 sibat 2026 12:01

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Omanê Bedr bin Hemed el-Busaidi diyar kir ku di danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de pêşketinek girîng çêbûye û got ku wê hefteya bê li Viyanayê hevdîtinên teknîkî bên lidarxistin.

Wezîrê Derve el-Busaidi ragihand ku di danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de pêşketinek girîng çêbûye.

Busaidi got, "Piştî şêwirmendiyên li paytextên têkildar, em ê di demek kurt de hevdîtinan bidomînin. Hevdîtinên teknîkî wê hefteya bê li Viyanayê bên lidarxistin. Ez spasiya danûstandkaran, Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî û hikûmeta Swîsreyê ya mêvandar ji bo hewildanên wan dikim."

Parve bike: