Operasyona gendeliyê ya li Îraqê: Di bidonên avê de bi milyonan dolar û kîloyan zêr hatin girtin
PeyamaKurd - Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê daxuyaniyeke fermî belav kir derbarê tora mezin a gendeliyê ya di sektora petrolê de ku di bin navê "Dosyeya Cumailî" de tê meşandin, parve kirin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê dadwerê dadgeha têkoşîna li dijî gendeliyê ve hatine piştrast kirin, di encama şopandineke hûr de li bajarê Tikrîtê yê ser bi parêzgeha Selahedînê ve, hêzên ewlehiyê girtin ser mala gumanbarekî û dîtin ku pere û zêrên ji gendeliyê hatine bi dest xistin di nav bidonên avê de hatine veşartin.
Di vê operasyona dawî de, 25 milyar Dinarê Îraqê, 1 milyon Dolarê Amerîkayê û 5 kîlogram zêr raste rast hatin desteser kirin û radestî xezîneya dewletê hatin kirin; bi vî awayî asta dravê ku ji destpêka lêkolînê ve hatiye girtin gihîşt 156 milyon dolarî û li gel vê yekê dest danîn ser gelek qesrên , navendên danûstendinê (AVM) û otomobîlên biha.
Ev proseya dadwerî piştî girtina Şêwirmendê Berê yê Wezareta Petrolê Adnan Cumailî di 30yî Gulanê de dest pê kir, ku navbirî bi tohmeta sextekarî û neyasayîbûna di peymanên parzûngehên petrolê yên giştî û taybet de hatibû girtin.
Cumailî piştî girtina xwe raste rast li sûcê xwe mikur hat û lîsteyeke nihênî ya ji 128 berpirsên bilind pêkhatî ku di vê tora diziyê de ligel wî kar dikirin, radestî dadgehê kir.
Di encama van îtîrafan de, operasyoneke pir berfireh a paqijbûnê li welat dest pê kir û di vê çarçoveyê de hinek parlamenterên di karde , parêzgarê berê yê Selahedînê û Rêveberê Projeya Parzûngeha Beyciyê Hamed Cumailî hatin girtin; dadweriya Îraqê tekez kir ku ew bi biryar in teva jiyên vê tora ku samanên giştî talan kirine hilveşînin daku pêşî li her cûre gendeliyê bê girtin û rê li ber heribîna aboriyê bê girtin.