OSCE: Hilbijartina Tirkiyê ne adilane bû
PeyamaKurd - Teşkîlata Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) ragihand ku hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên li Tirkiyê di şert û mercên awarte de birêve çûn û "ne adilane" bûn.
OSCEyê rapora xwe ya li ser hilbijartina Tirkiyê eşkere kir û ragihand ku şert û mercên kampanyayên hilbijartinê dûrî edaletê bûn.
Di raporê de hat diyarkirin ku şert û mercên rewşa awarte, ji bo zêdetir kêmkirina azadiyê hat bikaranîn.
Yek ji çavdêran Ignacio Sanchez Amor di civîna çapemeniyê de wiha agahî da:
"Ji heyeta me du kes hatin menkirin. Me çavnêrî dikir ji heyeta me zêdetir piştgiriyê bistînin. Li Rojhilatê Tirkiyê cihê sindoqan hat guherandin û vê yekê encamekî ne xweş derxist holê. Em dizanin 120 hezar hilbijêr di bin bandorê de mane. Di jimartinê de astengî çêbûn. Rê li ber çavdêran hat girtin."