Cîhan
Otobus ji ser rê derket û gêr bû wadiyê: 22 mirî
PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê otobusa ku rêwiyan hilgirtibû ji ser rê derket û gêr bû nav wadiyê û di encamê de 22 kes jiyana xwe ji dest dan. Zarokekî jî birîndar bû. Di qeza ku li bajarê Kettayê li devera Killa Seydullahê de çêbû, di nav rêwiyan de jin û zarok jî hebûn.
Sedema qezayê nehat zanîn lê serokkomarê Pakistanê Arif Alwî û gelek rêvebirên din peyama taziyê ji bo malbatên candayiyên qezayê belav kirin.