Cîhan
Otobusa rêwiya wergeriya: 14 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Çorumê li navça Alaca bi sedema barîna berfê otobusa rêwiya li kenarê rê wergeriya û di encamê de 14 rêwî birîndar bûn.
Otobus ji navça Alacayê diçû Ankara û li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar cendirme, tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Alacayê û rewşa birîndaran başe.