TR KU SO
FB X
Cîhan

Ozdag: Em ê sibê biryara xwe eskere bikin

Ruken güler
Nivîskar
📅 23 gulan 2023 18:00

PeyamaKurd- Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku biryara Partiya Zaferê ya ku dihat çaverêkirin îro bê eşkerekirin, taloqî sibê hatiye kirin.

Umît Ozdag, bi daxuyaniyê ji bo raya giştî eşkere kir ku hîn jî biryara wan a ji bo Hilbijartina 28ê Gulanê ya Serokomariya Tirkiyeyê bi dawî nebûye û îro danê êvarê, we ê bi Kiliçdaroglu re hevdîtinekê bikin.

Ozdag got ku "Heger em li hev bikin, em ê sibê saet di 11:00an de li vê derê bi Birêz Kemal Kiliçdaroglu re daxuyaniyê bidin."

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê bal kişand ser biryara namzedê Tifaqa ATAyê Sînan Ogan ku piştgiriya xwe ji bo Erdogan ragihandibû, got ku

"Ev vîna Sînan Beg a takekesî ye. Pêwendiya biryara wî, bi Partiya zaferê re tuneye. Em bi Sînan Beg re cuda difikirin. Me ev hiştiye ji nirxandina raya giştî re. Em li ser ranawestin. Dema ku em bi Sînan Beg re bi rê ketin, ji bo ku em dergehên dojehê bigirin, em bi rê ketibûn. Em hîn jî hewil didin ku wan dergehan bigirin.”

Parve bike: