Pakistan: Dîroka gera nû ya danûstandinên Amerîka-Îranê nehat destnîşankirin
PeyamaKurd - Kenala televîzyonê Geo ragihand ku hîn dîrokek ji bo gera nû ya danûstandinan di navbera Amerîka û Îranê de nehatiye destnîşankirin.
Çavkaniyên payebilind ên hikûmeta Pakistanê, ji kanala televîzyonê Geo re axivîn, ragihandin ku dîroka destpêkirina gera nû ya danûstandinan di navbera Washington û Tehranê de hîn ne diyar e û li ser vê mijarê ti rêkeftinek nehatiye kirin.
Doh, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) de diyar kir ku welatê wî ji bo gera nû ya danûstandinan bi Amerîkayê re ne amade ye.
Xetîbzade got, "Îran niha li ser temamkirina çarçoveya danûstandinan disekine; hîn tu rêkeftinek dawî tune."
Rayedarê Îranî, diyar kir ku Tehran dîplomasiyê dixwaze lê zext û daxwazên herî zêde yên Amerîkayê red dike û got, "Ger şer derkeve, em ê pir tund bersiv bidin. Em pabendî qanûna navneteweyî ne, lê em ê dev ji mafên xwe bernedin."