TR KU SO
FB X
Cîhan

Pakistan: Muzakereyên 21 saetan agirbest dirêj kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 nîsan 2026 17:38

PeyamaKurd - Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf di civîna kabîneyê de eşkere kir ku muzakereyên di navbera Amerîka û Îranê de yên ku di 11ê Nîsanê de li Îslamabadê dest pê kiribûn, 21 saetan berdewam kirine.

Şerîf destnîşan kir ku bi saya hewildanên zêde yên Sererkanê Pakistanê Asim Munîr û Wezîrê Karên Derve Îshaq Dar, agirbesta heyî hatiye dirêjkirin û hîn jî berdewam dike.

Şerîf diyar kir ku Pakistan ji bo aramiya herêmê roleke awarte lîstiye û ev trafîka dîplomatîk rê li ber karesateke hîn mezintir girtiye.

Şerîf derbarê serdana Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Ereqçî de jî agahî dan û got ku Eraqçî piştî serdanên xwe yên li Oman û Rûsyayê, niha ji bo şêwirînê vegeriyaye Tehranê.

Parve bike: