TR KU SO
FB X
Cîhan

Pakistanê banga berdewama agirbestê li aliyan kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 nîsan 2026 11:11

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Ishaq Dar, spasiya Amerîka û Îranê kir ku li welatê wî danûstandinên xwe pêk anîn û got: "Em hêvî dikin ku her du alî jî ji bo dabînkirina aştî û îstiqrara mayînde li tevahiya herêmê û dervayî wê vî ruhê erênî bidomînin. Ji bo aliyan girîng e ku pabendî agirbestê bimînin."

Ishaq Dar, têkildarî muzakereyên DYA û Îranê yên li Pakistanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir û spasiya her du welatan kir ku vexwendina Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf a ji bo hevdîtinên aştiyê yên li Îslamabadê qebûl kirine.

Dar, bi bîr xist ku ev muzakere bi navbeynkariya Pakistanê hatine kirin û wiha got: "Ez dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî her du aliyan bikim ku hewildanên Pakistanê yên ji bo pêkanîna agirbestê û rola wê ya navbeynkariyê teqdîr kirine."

Dar bang li aliyan kir ku agirbestê bidomînin û destnîşan kir, Pakistan dê ji bo hêsankirina ragihandin û diyaloga di navbera Îran û DYAyê de, ji niha û pê de jî tiştê dikeve ser milê wê bike.

Parve bike: