Cîhan
Pakistanê pîlotê Hindistanê serbest berda
PeyamaKurd-Pîlotê Hindistanê yê ku li Pakistanê hatiye girtin, Abhinandan Warthaman ji aliyê Pakistanê de, li ser sînor serbest hat berdan. Li aliyê dinê rêvebiriya sîvîl ya hewayî ya Pakistanê ragihand ku bo balafiran esmanê we qismen vekiriye. Di ragihandinê de hat diyarkirin ku balafirgehên Karaçî, Îslamabad, Peşawer û Ketta bo seferên hundir û derve hatine vekirin.
Pîlotê serbest hat berdan ji aliyê rêvebiriya Hindistanê de hat pêşwazîkirin.
Bi berdana pîlot piçek têkiliyên têkçûyî yê navbera her dû dewletan nerm bû.