Parêzerên Demirtas: Tercume gihîst dadgehê, divê bilez bê berdan
PeyamaKurd - Parêzerên Selahattîn Demirtaş ragihandin ku wan tercumeya biryara serbes berdana Demirtaş a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê û dadgea tirk re şandiye û tercume 29ê Mijdarê gihîştiye ber destê Dadgeha Cezayê Giran a 19mîn li Enqereyê.
Parêzeran destnîşan kir, piştî ku biryar gihîşt ber destê dadgehê ew neçar in biryara tehliyekirina Demirtaş bidin, ji ber ku Tirkiyê erka DMMEyê qebûl kiriye û aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.
Parêzeran da zanîn, heger dadgeh biryara tehliyekirina Demirtaş di çarçoveya biryara DMMEyê ya madeyên 46 û benda 90/5 de nede, dê erka xwe ya hiqûqê binpê bike û bibe sedema tawanekê.
Parêzeran got, em li bendê ne ku Dadgeha 19mîn a Enqerê demildest biryara tehliyekirina Birêz Demirtaş bide.
Daxuyaniya Parêzerên Demirtaş: