TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentoya Almanyayê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xelat kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 tebax 2026 12:49

PeyamaKurd - Parlamentoya Almanyayê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di 21emîn salvegera damezrandina wê de, ji ber xebat û projeyên mirovî xelat kir.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed, di civîna rojnamevanî de ragihand, Parlamena Almanyayê wekî rûmetdarkirina çalakiyên mirovî yên dezgehê, "Xelata Rêzgirtina Mirovî" daye wan û wiha axivî:

"Di dema pêş de, Wezîrê Geşepêdanê yê Almanyayê dê serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike. Armanca vê serdanê amadekirina zemînekê ye ji bo hevahengiya zêdetir. Ji bo me ev gaveke gelekî giring û bi nirx e."

Ehmed bal kişand ser girîngiya vê xelatê û destnîşan kir, ev rêzgirtina Parlamena Almanyayê, nîşana baweriya civaka navdewletî ye bi kar û projeyên mirovî yên ku dezgeha wan li seranserî herêmê encam dide.

Parve bike: