TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentoya Iraqê kabîneya nû pesend kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2026 10:19

PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê ji bo alîkarên serokwezîr û wezîrên nû yên kabîneya hikûmetê civiya û dengdan pêk anî.

Di encama dengdanê de Mihemed Temîm, Leys Xezelî û Muhsîn Mendelawî wekî alîkarên serokwezîr hatin diyarkirin.

Di kabîneya nû de Nayîf Şemerî bo Wezareta Parastinê, Yasir Malikî bo Wezareta Karên Navxwe, Quteybe Xazî bo Wezareta Plandanînê, Heyder Beha bo Wezareta Xwendina Bilind, Yasîn Îtawî bo Wezareta Rewşenbîriyê, Elî Rêbaz Hemlan bo Wezareta Avakirin û Niştecîhkirinê, Mihemed Mûsewî bo Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, Sefa Kenanî bo Wezareta Ciwan û Werzişê, Mihemed Deracî bo Wezareta Aboriya Dîjîtal û Birêvebiriya Giştî û Elî Duheylî jî bo Wezareta Geştûguzar û Şûnwarên Dîrokî hatin hilbijartin.

Wexta ku ji bo Wezareta Koç û Koçberan lihevkirin çênebû, wezîrên ku hatin hilbijartin sonda yasayî xwarin û dest bi erka xwe kirin.

Di kabîneya nû de ji bo Tirkmenan Wezareta Dewletê hat veqetandin û Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê (ITC) Mihemed Seman Axa bo vê postê hat hilbijartin.

Seman Axa piştî xwarina sondê ragihand ku ew dê bi dil û can ji bo gelê xwe û Iraqê kar bikin.

Ji ber ku di qanûnê de du post bi hev re nayên birêvebirin, tê çaverêkirin ku Seman Axa dev ji posta Parêzgariya Kerkûkê berde û kesekî din ê ji Eniya Tirkmenan bibe parêzgarê nû yê bajêr.

Parve bike: