TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlementerê Bexdayê got ku ew ciyê Bexdadî zane

Admin M
Nivîskar
📅 01 adar 2019 00:38

PeyamaKurd- Parlementerê şî’a yê hêza mîlîs ya bi navê Asayîb Ehlilheq, Hesen Salim ragihand ku Ebûbekir Bexdadî li rojavayê Iraqê li bajarê Anbarê ye. Salim ragihandina xwe bi awayeka nivîskî da û got ku Bexdadî di bin kontrola Amerîka de, bi awayeka hêsanî hereket dike. Hesen Salim weha dibêje:

“ Bexdadî li çola Anbarê ye û wê derê bo xwe bi ewle dibîne. Baregeha leşkerî ya Eynul Erebê ya Amerîkayê, bo Bexdadî bi hêsanî di navbera Iraq û Sûriyê de here û were, Amerîka destekê didê. Bexdadî di navbera her dû dewletan de, di bin parastina Amerîka de, bi hêsanî digere.”

Salim dibêje ku Amerîka dizane wê biryara derketina Amerîkayê ji Iraqê, di parlementoya Bexdayê de wê derê, bi wê sedemê jî destekê dide Bexdadî.

Grûbên tundrew yên şî’ayên Iraqê ev demeka dirêje ku dixebitin da leşkerên Amerîkayê ji Iraqê derxin.

Parve bike: