Parlementerekî Yûnanî hat girtin
PeyamaKurd- Parlementerê Yûnanî ku bang dikir da artêşa Yûnanê dest deyne ser îdara welat, ji aliyê xelkê û parlementoyê ve hat afaroz kirin û reviya derveyê Atînayê, li mala hevalekî xwe, xwe veşart.
Parlementrê partiya Hrisi Avgiy ê Konstantinos Barbarusis, di dema di meclisê de axaftin dikir, bang li artêşê kir ku darbe bike û dest deyne ser rêvebiriya dewletê. Dozgerê Atînayê biryara binçavkirina wî da. Dema polîs hatin da wî bigrin, karibû ji destê polîs rizgar bibe û li mala hevaleke xwe û xwe li derveyê Atînayê bicîh bike.
Parlementer, li ser mijara navê “Makedonyayê”, meclisê û serokomarê Yûnanê bi îxanetê tewanbar kiribû û xwestibû artêş dest deyne ser vê îxanetê. Li ser vê bang û axaftinê partiya wî, wî ji grûba meclisê derxistibû.
Dozgeriya Atînayê bi sedema axaftina wî, di derbarê wî de doz vekiribû û bi tohmeta îxaneta bi weten re tewanbar kiribû. Niha wê di dadgehê de bê darizandin.