Parlementoya Awrûpayê qanûna bo Sûriyê qebûl kir
PeyamaKurd – Parlementoya Awrûpayê piştî di ser şerê Sûriyê de 10 sal derbasbû, biryara an ku reşbeleka qanûna bi navê 'Şerê Sûriyê – 10 salên di ser şer de bihurî’ wek biryar qebûl kir.
Di biryarê de xwestekên demokratîk yên xelkê Sûriyê, yekîtiya axa Sûriyê û desthilatiya Sûriyê hat destekkirin û tevî hewlên çareserkirina Neteweyên Yekgirtî bi sedema tewrê rejîma Esed bi endîşe hat qebûl kirin. Parlementerên Yekîtiya Awrûpayê ragihandin ku bi terzeka leşikerî mijar çareser nabe, krîza mirovî endîşe dide mirovan û divê di bin sîwana Neteweyên Yekgirtî de dezgeyeka ku agirbesê bişopîne bê avakirin.
Di biryarê de hat gotin ku heya li meydanê pêşdeçûn nebe, li hemberê normalîzebûna têkiliyên bi Sûriyê re ne, hilbijartina serokkomariya ji aliyê rejîmê de pê bawerî nayê kirin û divê dorpêç bi rejîmê re bo rêvebiriya îran û Rûsyayê jî bên danîn û yên hene bên firehkirin.
Di biryarê de îhlalên rejîmê yên mafên mirovan û hûqûqa navdewletî hatin şermezarkirin û hat gotin ku bi rejîmê re Rûsya, Îran û Tirkiyê li Sûriyê îhlalên mafên mirovan kirine. Her weha bang li Rûsya, Îran û Hîzbûllahê kirin ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin û di zordayîna ser sîvîlan de desteka Rûsya û Îranê bi xemgînî ragihandin.
Di biryarê de hat xwestin ku Tirkiyê hêzên xwe ji bakûrê Sûriyê vekişîne û Tirkiyê bi awayeka nerewa Sûriyê îşxal kiriye, ev yek li Sûriyê, li Rojhilata Navîn, Rojhilatê Derya Sipî aştiyê xistiye talûkê.
Rûsya li Sûriyê bûye sedema kuştina 6 hezar û 900 kesan ku 2 hezar ji wan zarokin û êrîşên hewayî yên Rûsyayê hatin şermezarkirin. Di biryarê de ji rejîmê hat xwestin ku 130 hezar girtî bên berdan û bihêlin ku alîkariya mirovî bigfihê herêmê.
Di biryarê de hat qebûlkirin ku DEAŞ li herêmê hê jî xurte, bo têkoşîna li dijî DEAŞ ê destekê didin koalisyona navdewletî û HSD li Sûriyê li dijî DEAŞ ê şerekî bera dide û hevkarê koalîsyonê ye.
Di biryarê de hat gotin ku divê ew kesên li hemberê xelkê Sûriyê sûcan kirine divê bên cezakirin û di mijarê de Awrûpa hewlên xwe zêde bike. Hat ragihandin ku xelkê Sûriyê %90 ê wan di bin sînorê birsê de ye û bo alîkariyê divê YA yê ewilî vî karî bike.
Di biryarê de heye ku dewletên cîran Tirkiye, Lubnan, Urdun û Iraq alîkariyê dide xelkê Sûriyê û divê Awrûpa fonên xwe yên destekê bide dewamkirin.
Zarokên hemwelatiyên Awrûpayê yên li Sûriyêne, divê wan bibin Awrûpayê.