TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlementoya Lubnanê biryara rakirina îdamê da

Admin M
Nivîskar
📅 11 tebax 2026 16:35

PeyamaKurd – Parlememntoya Lubnanê biryara rakirina îdamê da û di şûna îdamê de, cezayê zîndanê yê heya bi heyayê danî.

Bi biryarê re, di nav dewletên Ereb de, dewleta yekeme ku biryara îdamê radike. Lê ji sala 2004an heya niha ti biryara îdamê nehatiye bicîhanîn. Bi biryarê de dê cezayê îdamê ku dane 85 kesan, wê cezayê wan bikin cezayê zîndanê ya heya bi heyayê.

Di parlementoyê de parlementerên Hîzbûllahê li dijî biryarê dengên xwe dan û dewama cezayê îdamê xwestin. Parlementerên din rakirina cezayê îdamê qebûl kirin.

Berya biryar bibe qanûn divê srokkomar biryarê îmza bike û di rojanama fermî ya Lubnanê de bê weşandin.

Parve bike: