TR KU SO
FB X
Cîhan

Parly û Salih behsa operasyonên Tirkiyê kirin: Divê rawestin!

Admin H
Nivîskar
📅 27 tebax 2020 21:46

PeyamaKurd – Serokomariya Iraqê derbarê civîna Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly û Serokomarê Iraqê Berhem Salih de, daxuyanî da.

Serokkomariya Iraqê, li ser civîna îro ya ligel Florence Pary diyar kir ku behsa pêwîstiya piştevaniya hewldanên navneteweyî yên li dijî çekdarên DAIŞê, peywendiyên her du welatan û operasyonên Tirkiyê bi ser xaka Iraqê de hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, serokomarê Iraqê Berhem Salih bal kişandiye ser pêwîstiya piştevaniya hewldanên Iraqê yên ji bo parastina serwerî, asayîş, rêgirtina li pêşiya mudaxelekirina kar û barên navxweyî yên Iraqê.

Herwiha hat diyarkirin ku behsa destwerdana Tirkiyê hatiye kirin û hatiye gotin: “Girîng e ku binpêkirinên leşkerî yên dewleta Tirk li ser xaka Iraqê rawestin.”

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye destnîşankirin ku wezîra Fransayê jî piştevaniya welatê xwe ya ji bo aramî û parastina serweriya Iraqê dubare kiriye.

Parve bike: