TR KU SO
FB X
Cîhan

Partiya Alman pakêta dorpêçên giran a ser Tirkiyê pesend kir

Admin H
Nivîskar
📅 17 mijdar 2019 22:46

PeyamaKurd – Partiya Keskan a Almanyayê ku li gelek eyaletên wî welatî xwe bandor e, li dijî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê pakêteke dorpêçan pesend kir.

Partiya Keskan ku di nav hikûmetên eyaletan de cî digire, di kongreya xwe ya li bajarê Bielfeldê Annalena Baerbock û Robert Habeck ji nû ve wekî hevserokên partiyê hilbijart û li dijî Tirkiyê jî pakêteke dorpêçan bi piraniya dengan hat pesend kirin.

Di pakêta dorpêçên li ser Tirkiye werin sepandin de 4 xal hene ku yek ji wan dorpêçên ser Erdogan û rayedarên hikûmetê, ya duyem; bi temamî rawestandina firotina çekan bo Tirkiyê, ya sêyem; betalkirina peymana penaberan a navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û xala çarem jî betalkirina krediyên Hermes ên şirketên Almanî ku li Tirkiyê kar dikin.

Parve bike: