Partiyên Şî’a Ali Zeyd bijartin da bibe serokwezîrê Iraqê
PeyamaKurd – Çarçova Koordînasyonê ya partiyên Şîa di navbera xwe de ava kirine, demekiye ku li ser serokwezîrtiya Iraqê li hev nakin û heya niha gelek civînan kirine.
Hat ragihandin ku Çarçove li ser kesê bi navê Alî Zeydî li hev kirine da bibe serokwezîr. Ji nava Çarçova Koalîsyonê dû çavkanî ji bo Rûdawê ragihandine ku partiyên di nav Çarçovê de li ser namzediya Alî Zeydî li hev kirine. Çavkanî gotine ku di demekî kurt de wê bi fermî namzedê xwe ragihînin.
Endamê Hevkariya Geşepêdan û Îmarê Xalid Welid û endamê polîtburoya siyasî ya Rêxistina Bedirê Ebu Misak Mesari mijarê piştrast kirine û gotine ku li ser navê Zeydî li hev kirine.
Serokkomarê Iraqê di 11ê Nîsanê de hatibû hilbijartin û divê piştî 11 ê Nîsanê 15 roj bi şûnde nemzedê serokwezîrtiyê bê erkdarkirin da kabîna xwe deyne.
Ali Zeydi di sala 1986an de hatiye dinyayê, navê wî yê temamî Ali Falih Kazım Zeydi ye, hûqûqnase û pisporê fînansê ye. Dereca wî ya akademik di hûqûqê, fînans û bankayê de ye û lisansa bilind kiriye.
Berê serokatiya bankayê (Masraf el-Cenub) kiriye û îro serokê şîrketa Holding ya Netewî ye, serokê zankoya El-Şaap û Enstituya Tibê ya İştar e. Her weha endamê baroya parêzerên Iraqê ye.