TR KU SO
FB X
Cîhan

Pasevanê Qralê Siûdî Selman hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 29 îlon 2019 17:24

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku pasevanekî nêzîkî Qralê Erebistanê, Şah Selman bîn Ebdulezîz di êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin.

Li gorî medya Erebistanê, pasevanê nêzîkî şah Selman ê bi navê Ebdulezîz Fexem di encama “şerekî şexsî” de, li bajarê Ciddeyê hatiye kuştin.

Hat diyarkirin ku ew pasevanê şah Selman çûbû mala hevalekî xwe li bajarê Ciddê û di navbera wî û hevalê de şer derdikeve, hevalê wî bi tivingê wî dikuje û 5 efserên din jî birîndar dike.

Hîn zelal nebûye bê çima pasevanê şah Selman û hevalê xwe şer kirine.

Parve bike: