Pashinyan: Me bi Azerbaycan û Rûsya re peymanek bidawîkirina ser îmza kir
PeyamaKurd – Bo şer li Nagorno – Qarabaxê bi dawî bibe, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan bi rêberên Azerbaycan û Rûsya re peymanek îmza kir.
Li gor Pashinyan diyar kir, peymana îmza kirine li dû şeş hefteyên bi pevçûnên giran rast tê.
Pashinyan li ser medya civakî da zanîn: ‘‘Ev biryar bi analîzên kûr yên rewşa şer û bi danûstandinên bi pisporên herî baş yên li qadê re hatiye dayîn’’
Herwiha destnîşan kir, ew ne serketin e û diyar kir ku heta ew nebêjin ku ew têkçûn e, ew ê ne têkçûn be jî.
Hêzên Azerbaycanê roja Duşemê diyar kiribûn ku wan li Nagorno – Qarabaxê bi dehan cîh bi dest xistine.
Medya dewletê ya Rûsya nûçeyên ser îmzakirina peymanê îmza piştrast kir lê ji alîyê Azerbaycanê ve hîn tu daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.