Patrik Kirill: Dinya bi serê sêyem yê dinyayê re rû bi rû ye
PeyamaKurd – Patrik Kirillê serokê dêra Ortodoksan yê Rûsyayê ragihand ku dinya bi şerê sêyem yê dinyayê re rû bi rû ye. Patrik Kirill got ku divê Xîrîstiyan û Misilman bibîrbînin ku ‘Xwedê ne di qewetê de lê di heqqiyê de ye.’
Patrik Kirill di akademiya Îslam ya Bûlgar de bi fîgurên xelkê û dewletên Misilman re hevdîtin kir û got:
“Esas îro dinya bi şerekî herifîner re rû bi rû ye. Hinek jê re dibêjin şerê dinyayê yê sêyem. Ez cesaret nakim ku bêjim newsaye. Lê ya rast potansiyelekî şer gihaye ser hev, eger ji bo pirsgirêkên heyî çareser bikin, çekên komkujiyê bikarbînin, wê siûda benîadem ya mayîna li ser rûyê dinyayê nemîne. Divê em bibîrbînin ku Xwedê ne di qewetê de lê di heqiyê de ye. Dema dibêjim em, ez behsa Misilman û Xîrîstiyanan dikim. Lewra îro hevkariya Rûsyayê bi alema Îslamî re gelek girînge û gihaye asteka dinê.
Ne tenê em naxwazin di rêya geşepêdana xerab de bimeşin, di medeniyeta Îslamê de dost û hemfikrên potansiyel yên me hene. Ez hêvî dikim ku di nûnertiya Îslamê de jî kesên di heman fikrê de yên di Ortodoksên Rûsan de ji xwe re weka hemfikir dibînin hene. Ez bawerim eger di navbera Ortodoksiyê û Îslamê de, seha akademîk jî di nav de, divê hevkariyê pêşde bibin, fireh bikin û di dinya modern ya ku ji rê derê an ji hevre meydan bixwînin an ji serê xwe derên, wê hevkariya me bike ku em karibin li hemberê wan nebaşiyan derên.”