TR KU SO
FB X
Cîhan

PDKê sedema boykota civînên Parlamentoya Iraqê eşkere kir

Admin H
Nivîskar
📅 19 nîsan 2026 10:17

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Encûmena Nûneran a Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew civînên Parlamanê heta demeke nediyar baykot dikin.

Di daxuyaniya PDKê de hate gotin, ev biryar ji ber "binpêkirina destûr û yasayan" û "piştguhkirina prensîbên bingehîn" hatiye dayîn û diyar kir, li Parlamanê bingehên "hevparî, hevsengî û lihevhatinê" hatine binpêkirin.

Fraksiyona PDKê wiha got:  “Piştî ku li Encûmena Nûneran a Iraqê destûr û yasa hatin binpêkirin û prensîbên hevparî, hevsengî û lihevhatinê hatin piştguhkirin; em li vir radigihînin: Li ser rênima û raspardeya serokatiya me, me biryar da ku em civînên Encûmena Nûneran heta demeke nediyar baykot bikin.

Em careke din tekez dikin ku parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û parastina rewabûna proseya siyasî, li ser her cure berjewendiyan re ye.”

Parve bike: