TR KU SO
FB X
Cîhan

PEC: Di serê Ukrayna de 6 rojnamevan hatin kustin, 2 jî hatine revandin

Admin H
Nivîskar
📅 21 adar 2022 03:50

PeyamaKurd – Navenda Medyayî ya bi navê PEC ku li Cenevreyê ye, rapora xwe ya şerê Ukrayna-Rusyayê eşkere kir.

Li gorî rapora PECê ji destpêka şerê Ukraynayê ango ji 24ê Sibatê ve 6 rojnamevanên biyanî yên li Ukraynayê kar dikin di bombardimana rûsî de hatine kuştin, 2 rojnamevan hatine revandin û 8 rojnamevan jî birîndar bûne.

PECê daye zanîn ku nêzî 3 hezar rojnamevan niha li Ukraynayê şer dişopînin û pêdiviyên wan bi alavên xweparastinê yên wekî çenteyê alîkariya lezgîn, zirxê xweparastinê, bêtêl û kaskan heye.

Parve bike: