Pedersen: Pêwîstiya Sûriyê bi agirbesteke gistî heye
PeyamaKurd -Nûnerê taybet ê Sûriyê Geir Pedersen, metirsiya belavbûna vîrusa koronayê li Sûriyê anî ziman û xwest li seranserê Sûriyê agibest were ragihandin û şer raweste.
Pedersen di civîna vîdyo konferansê ya li Neteweyên Yekbûyî got: “Berî vîrûsa korona belav bibe, me nikarîbû rewş kontrol bikira, êdî niha wê rewş çawa be.”
Pedersen destnîşan kir, “Wan ligel komeke sereke, xebatên hêsankirina pêşveçûna siyasî û parastina agirbestê nirxandine.”
Nûnerê taybet ê Sûriyê da zanîn ku li bakurê Sûrî, aramiyeke lawaz û xetereyên gûrkirina şer li holê heye, mîna vegera DAIŞê û êrîşên Îsraîlê yên li ser Hûms û Şamê.
Pedersen bal kişand ser sîstema lênerîna tenduristiyê li hindek herêman ku nebaş e û girîngiya gihîştina alîkariyên mirovî kir.
Pedersen di dawiyê de got: “Divê em ji bo mirovahiya hevbeş bixebitin, destekê bidin avakirina baweriyê, da ku ber bi lihevkirineke siyasî ve biçin ku karibe hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne.”