TR KU SO
FB X
Cîhan

Pêla sêyem a Covid-19 li Rûsya xist: Oksîjen tê stok kirin

Admin H
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2021 03:43

PeyamaKurd – Di çend rojên dawî de li Rûsyayê pêla sêyem a vîrusa koronayê bandor kiriye ku belavbûnek zêde ya vîrusê tê tomarkirin û hejmara nexweşên pêdiviya wan bi oksîjenê heye her diçe zêdetir dibe.

Ji ber pêla belavbûna vîrusê ya di meha Hezîranê de destpê kiriye û hîn jî zêde dibe, rêveberiya Rûsyayê ketiye tevgerê û seferberiya oksîjenê daye destpêkirin.

Hat ragihandin ku kargehên berhemanînan oksîjenê yên li nav Rûsyayê kapasîteya xwe zêde kirine û ji welatên Qazaxistanê 100 ton ji Finlandê jî 20 ton oksîjen hatiye dabînkirin.

Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Rûsyayê Denis Manturov, eşkere kir ku wan seferberiya oksîjena ji bo tenduristiyê daye destpêkirin û hemû kargehên navxweyî bo hilbirînê kapasîteya xwe ji sedî 90 zêde kirine.

Li gorî amarên fermî, herî dawî li Rûsyayê di rojekê de 25 hezar û 116 pêketiyên nû yên koronayê hatine testpîtkirin û 787 kes jî bi vîrusê mirine.

Parve bike: