Pêleke nû ya êrîşan li dijî rejîma Îranê: Tesîsa nukleerî ya Natanzê û baregehên Pasdaran bûn hedef
PeyamaKurd - Îran îro roja Şemiyê (21ê Adara 2026an) rastî pêleke nû û dijwar a êrîşên asmanî hat. Di van operasyonan de tesîsa nukleerî ya Natanzê, navendên lêkolînê yên li Tehranê û baregehên Pasdarên Şoreşê yên li başûrê Îranê hatin hedefgirtin.
Êrîşa li ser kompleksa Natanzê
Medyaya fermî ya Îranê, di nav de ajansa Tesnîmê, ragihand ku kompleksa dewlemendkirina ûranyûmê ya Şehîd Ehmedî Roşan a li Natanzê rastî bombebaranê hatiye. Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê êrîş piştrast kir, lê belê daxuyand ku ji ber tedbîrên pêşwext ên ewlehiyê, tu rijandina radyoaktîf çênebûye û rewş di bin kontrolê de ye.
Tehran di bin agir de ye
Li paytext Tehranê, bi taybetî li taxa Pîrozî, dengê teqînên pir bihêz hatin bihîstin. Hat ragihandin ku pergalên parastina hewayî ya Îranê ji bo têkbirina “armancên dijmin” li ser asmanê paytextê ketine meriyetê. Her wiha hat eşkere kirin ku Enstîtuya Lêkolînên Petrolê ya li Tehranê jî bûye hedefa balafiran, lê heta niha derbarê ziyanên canî an maddî de agahiyên piştrastkirî nehatine parvekirin.
Êrîşên li Tewrêzê û Bûşehrê
Operasyon ne tenê bi paytext û navendên atomî sînorkirî ma. Li bajarê Tewrêzê rêze teqîn pêk hatin. Li parêzgeha Buûehrê jî, li herêma Cemê, du teqînên mezin li tesîseke ser bi Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) hate tomarkirin.