Cîhan
Pence: Rûsya hewl dide tifaqa me xerab bike
PeyamaKurd- Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence Rûsyayê bi perçekirina yekîtiya rojava sûcdar kir. Pence bo seredaneka fermî çû Varşova û piştî bi serokê dewleta Polonyayê bi Andrzej Duda re hevdîtin kir, derket ber çapemeniyê û got:
“Moskova hewl dide ku tifaqa me xerab bike. Bi rezervên xwe yên xazê û petrolê, bi cepxaneya xwe ya sîlihên nukleerî, bi mudaxeleya hilbijartinên Awrûpa û dinyayê giştî…”
Seredana Pence kete dema ku Polonya, bo xwe ji êrîşên Rûsyayê biparêze, xwestibû ku Amerîka baregeheka mayînde li welatê wan ava bike.