Cîhan
Pentagon dê bi 8 kompaniyên berevaniyê re bicive
PeyamaKurd-Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji bo ku ji Ukraynayê re çek û posatan dabîn bike, di nav amadekariyan de ye. Ji bo peydakirina van pêdiviyan jî dê bi 8 kompaniyên herî mezin ên berevaniyê re civînek li dar bixe.
Li gorî agahiyên ku erkdarê Pendagonê bi rêya dezgeha çapemeniyê AA parve kiriye, dê Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Kathleen Hicks jî dêbeşdarî civînê bibe. Erkdarê Pentagonê bi berdewamî dibêje; “Ev pevçûn dê demeke dirêj bidome û em jî wekî welêt piştgiriya xelkê Ukraynayê dikin. Hem ji bo dabînkirina pêdiviyên ewlehiya me ya neteweyî hem jî ji bo pêdiviya hevkarên me, em ligel qada berevaniyê hevdîtinên stratejîk dikin.