TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagon: Em ê îro êrîşên herî dijwar li ser Îranê bikin

Admin İ
Edîtor
📅 13 adar 2026 15:59

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth, di civîneke çapemeniyê de li Pentagonê ragihand ku îro (13ê Adara 2026an) dê êrîşên herî giran û “herî dijwar” li dijî Îranê werin destpêkirin.

Hegseth îdia kir ku Rêberê Olî yê nû yê Îranê, Mucteba Xamineyî, di êrîşan de birîndar bûye û seqet maye.

“Muceba Xamineyî seqet bûye reviyaye”

Hegseth daxuyaniya Serok Donald Trump dubare kir û destnîşan kir ku rewşa rêberê nû yê Îranê giran e. Wezîrê Amerîkî bal kişand ser peyama Mucteba Xamineyî ya ku duh hatibû belavkirin û got:

Wî duh daxuyaniyek belav kir. Bê guman, ew daxuyaniyeke qels bû, lê ne deng û ne jî vîdeo hebû. Ew daxuyaniyeke nivîskî bû. Li Îranê gelek kamera û cîhazên tomarkirina deng hene. Çima daxuyaniyeke nivîskî? Ez difikirim ku hûn dizanin çima. Bavê wî miriye. Ew ditirse, birîndar e, reviyaye û tu meşrûiyeta wî tune ye.”

Li gorî agahiyên ku hatine piştrastkirin, Mucteba Xamineyî di êrîşa ku bavê wî Ayetullah Elî Xamineyî tê de hatibû kuştin birîndar bûye. Tê ragihandin ku Mucteba niha li nexweşxaneyê tê dermankirin, nikare biaxive û ji hilbijartina xwe ve heta niha tu gotarek bi deng an jî vîdeo pêşkêş nekiriye. Tevî vê yekê, di daxuyaniya wî ya nivîskî de banga yekîtiyê û hedefgirtina baregehên Amerîkî yên li herêmê hatibû kirin.

Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevbeş ên Amerîkayê Dan Caine jî di civînê de axivî û diyar kir ku ew hewl didin hemû şiyanên êrîşkar ên Îranê ji holê rakin. Caine destnîşan kir ku Îran hîn jî xwedî şiyana zirarê ye û wiha domand:

Hêzên Amerîkî dê şiyanên danîna mayînên deryayî yên Îranê bi temamî ji holê rakin. Hemû kart niha di destê Trump de ne.”

Ev daxuyanî nîşan didin ku Amerîka amadekariya pêleke nû û berfireh a êrîşan dike da ku binesaziya leşkerî ya Îranê bi temamî pûç bike.

Parve bike: