Pereyên hejmarek ji kompanî û kesayetiyên Sûrî ji aliyê Tirkiye ve hat ragirtin
PeyamaKurd – Hikûmeta Tirkiyê, pereyên hejmarek ji kompanî û kesayetiyên Sûrî yên li Tirkiyê kar dikin, bi tohmeta piştgirî û alîkariya bi rêkxistinên terorîst re li ser wan heye, ragirt.
Ev dibe cara duyemîn ku pereyên hemwelatiyên Sûrî li Tirkiyê têne ragirtin. Tebaxa borî, Hikûmeta Tirkiyê pereyên weberhênerê Sûrî Mihemed Elî Hebo jî bi gumana ku ew alîkariya teroristan dike, ragirtibûn.
Kompaniyên ku pereyên wan hatine ragirtin, bi navên weke Kompaniya Sehlûl, Tosil, Seksûk, Siltan, Herem, Xalidî û Hebo ne.
Rêveberê berê yê Kompaniya Sehlûl Xiyas Sehlûl destnîşan kiriye, Sehlûl wê dozekê li dadgeha Tirkiyê li dijî biryara hikûmetê tomar bike, ji ber ku li gorî wî Kompaniya wan bi milyonan dolar weberanîn li Tirkiyê kiriye, hem di warê avakirinê û hem jî di warê veguhestinê de, herwiha ew her demê jî pabendî yasayên Tirkiyê bûye.