TR KU SO
FB X
Cîhan

Perînçek û Sancak, li ser vexwendina Esad, diçin Suriyeyê!

Ruken güler
Nivîskar
📅 14 mijdar 2022 21:30

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek ragihand ku ew û AK Partiyiyê berê Ethem Sancak, dê li ser vexwendina Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad, biçin Suriyeyê.

Dogu Perînçek, di agahiyên ku ragihandin de amaje kir ku ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, kadroyên têr esasî hatine amadekirin û da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkan, ew li qada navneteweyî xebatên pêwîst dikin.

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê, di axaftina xwe de got,

“Ez û biraderê Ethem (Sancak), di nav 2 mehên pêşiya me de ango di navbera mijdar û berfanbarê de diçin Suriyeyê. Em li ser vexwendina Rêzdar Beşar Esad diçin. Ew Suriyeyî jî birayên me ne. Têlên bi strî hatine kişandin, li navberan dîwar tên lêkirin. Em ê wan dîwaran hilweşînin, em ê wan têlên bi strî rakin. Bila ji wê derê barhilgir werin, bila bazirganî were, bila malên ku li vê derê tên hilberîn, ji bo wê derê bên veguhestin. Em ê dan û stendina navbera xwe û cîranên xwe car din zindî bikin.

Em ê li ser van mijaran hevdîtinê bikin. Di heman demê de ji bo dawîlêhanîna terorê, ji bo li Suriyeyê teror bê qedandin û ji bo ji welatên me re aramî û aştî bê hanîn û bi vî awayî pêkanîna avakirina derfetên hilberînê, ji bo aştiya em pê bazirganiyê bikin û ji bo em mercên aramiyê pêk bînin; em ê vê mijarê, bi Suriyeyê re jî biaxivin. Lewra Partiya Vatanê, ji aliyê polîtîkayên derve ve ji bo pêvajoya pêşiya me, amade ye.”

Parve bike: