TR KU SO
FB X
Cîhan

Pervîn Buldan: Em ê pêşnûmeyasayê pêşkeşî Ocalan bikin

Admin H
Nivîskar
📅 28 gulan 2026 15:37

PeyamaKurd - Endama şanda Îmralîyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, derbara yasaya pêvajoya çareseriyê de agahî dan û  got ku wê ji 7-8 xalan pêk were.

Buldan diyar kir ku ew dê pêşnûmeya yasayê berîya ku li parlamentoyê were pesendkirin li Îmraliyê pêşî bigihînin Abdullah Ocalan û pêşniyarên wî jî bistînin.

Buldan da zanîn ku di hevdîtina hefteya borî de, Ocalan 3 saetan bi hûrî çarçoveya yasaya ku tê pêşbînîkirin ji bo PKKê û endamên wê yên çek berdane bê derxistin nirxandiye.

Herwiha Buldan got ku wê demên pêş pêngava reforman jî bê avêtin.

Parve bike: