Cîhan
Pêsî li kustina serokwezîrê Îspanyayê hat girtin
PeyamaKurd- Piştî ku xwestin serokê Fransayê Macron bikujin niha dor hat ser serokwezîrê Îspanyayê Sanchez. Niha Awrûpa bi vê nûçeyê diheje. Kesê ku xwestiye Sanchez bikuje 63 saliye û di mala wî de sîlihên ku nîşanvanên baş bikartînin ketine dest.
Navê gumanbar Manuel Murillo Sancheze û bi laqabê “gurê bi tenê” ye. Di mala wî de sîliha sniper hat dîtin. Gumanbar li nêzî Barcelonayê li bajarê Terrassa hat girtin.
Di nava hefteyê de 6 kesên ku xwestin serokê Fransayê Macron bikujin hatibûn girtin. Îstîxbarata Fransayê ragihandibû ku ew 6 kes têkiliyên wan bi rastgirên redîkal re hene.