Petrola tankera sotemeniyê li Omanê gihîşt peravan
PeyamaKurd - Medyaya Omanê ragihand ku petrola ji tankereke li behrê teqiyabû gihîştiye peravên welat û Rêxistina Deryavanî ya Navdewletî (IMO) diyar kir ku bahozên werzî xebatên kontrolkirinê zehf asteng dikin.
Li gorî zanyariyan, ev tankera bi navê Caroline Beazley ku tê texmînkirin 1 milyon bermîl nefta xav hildigirt, di encama teqînekê de zirar dîtibû û ji dawiya hezîranê ve li nêzîkî Girava Qibliyeyê Asê mabû.
Saziya Hawirdorê ya Omanê destnîşan kir ku bandora qirêhiya petrolê gihiştiye navçeya Ra’s Madrekê ku zêdetirî 200 kîlometreyan ji cîhê bûyerê dûr e û herêm di bin xetereyeke mezin de ye.
Hat ragihandin ku qirêjîyê heta niha nêzîkî 390 kîlometre çargoşeyî bandor kiriye û rûnê reş li derdora Giravên Hallaniyatê yên ku ji bo jiyana deryayî û cûreyên kêmpeyda yên kuviyan gelekî girîng in, kom bûye.
Rêxistinên hawirdorparêz yên wekî Greenpeace û Pax hişyarî dan ku ev bûyer dikare veguhere karesateke hawirdorê ya mezin.